Rewse
Rengsor. Coxîna ku hêşta nehatiye komkirin.
Simîlan
Li bin gundê Rostê li herêma Rewanduzê ye.
Werdan
Berdan. Beredayîkirin. Lê zêdekirin. Zeviya ku du caran bê kêlan.
Aşvan
Aşewan. Kesê ku çavdêriya hêrana dexlûdan dike.
Hever
Qeysî. Zerdele.
Ardew
Erdewan. Navekî kevn a avestayî ye.
Sasan
Zulmlêkirî. Navê yekem kesê avakerê malbata Sasaniyan.
Şewdêr
Avdaniya di dema şevê de.
Rawek
Parzînk.
Lankê
Landik. Bêşke. Dergûş.