Artmîs

Navê keça serdarê Gotî Utanûs bûye ku wek Xwedayê bedewiyê hatiye naskirin û jina Xeşayarşayê paşayê Mad bû.

Gemo

Çiyayek e li herêma Qesra Şirîn li Kurdistanê.

Mawer

Bi kelhorî wate neyîne, nehîne, meyhêne.

Jako

Navê çiyayekî ye li Serhedê li Bakûrê Kurdistanê.

Jîle

Jîlemo. Polên agir di bin xalîşînkê de. Gîjgîjoka hûr. Teyroka hûr. Terzey wird. Hûr û gir.

Cîran

Cînar. Hawsê.

Şalûl

Şalûr. Şalîl. Bilbil.

Mendê

Giyayek e dikin nav jajî û penîr û hindek risqên din de.

Mawiyan

Gundek e li herêma Bêlewar li rexê Kamiyaranê li rojhilatê Kurdistanê.

Xanîle

Gundek e li herêma Riwanser li Kurdistanê.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!