Tavîn
Tava baranê. Rêjne baran. Li hindek herêmên Bakûrê Kurdistanê dibêjne tîrêja rojê “Tavîn”.
Seywan
Navê girekî ye li bajarê Silêmaniyê ku kirine goristan. Sîvan.
Gencîne
Sermiyan. Malê dunyayê.
Şero
Kurtkiriya navê Şerîf e. Xwedîavrû. Naznavê balabanjenê Kurd ê xelkê Gurcistanê ye.
Gulwazk
Guldank.
Hosa
Wisa. Bi vî rengî.
Dilkanî
Kaniya dil.
Telan
Bilindahiya çiya. Erdê ku axê dirêjne ser û dikin baxçe. Li Hewramanê di serdemên kevn de zêde ew kar dikirin.
Gulfiroş
Kesê ku gulan difiroşe.
Zinar
Kevirê gelek mezin. Raz. Razeber. Gundek e li herêma Îlamê ku bi feylî navdar in.