Revîn

Bazdan. Filitîn.

Elwen

Elwend. Peyt. Hem navê çiyayekî ye li Îranê, û hem jî navê rûbarekî ye li Xaneqînê.

Selar

Jina jîr û kêrhatî. Salar jin.

Ferzan

Zana. Zanîn. Qavet.

Gelo

Aya. Axo. Tu bêjî. (Gelo tu bêjî rojekê Kurd bigihîje armancên xwe?). Bo pirskirinê tê bikaranîn.

Sêwexan

Xatûna Sêwe. Xanima Sêwe.

Rêbîn

Rêzan. Şareza.

Lehon

Lihon. Hem herêm e û hem tîreyek e ji Kurdan li Hewramana Kurdistanê.

Derav

Cihê ku pez avê lê vedixwe. Cihê derbasbûna pez.

Perîza

Perîzad. Ji Periyê çêbûye.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!