Torevan
Wêjevan. Edîb.
Tafe
Tavge. Sûlav. Dengê avê û bayê bihêz.
Dakok
Piştîvan. Layengir.
Şêrwan
Navê gundekî mezin e ser bi Mêrgesorê li parêzgeha Hewlêrê.
Koçber
Kesê ku neçar dibe mal û halê xwe bi cih bihêle û li cihekî din bijî. Penaber.
Sarî
Peyva hezkirinê ye bo bangkirinê.
Arbako
Arbebako. Navê pehlewanekî bûye di serdema Madan de.
Mane
Hembane. Tûrik. Hewane. Mana. Wate. Hêcet. Navê gundekî ye li Xurasanê.
Adyabin
Di serdemê Mad heya Sasaniyan navê herêmên Zaxo û Duhok û Akrê bûye.
Rasto
Rastgo.