Gulxatûn
Xatûna gul.
Banta
Navê baxekî ye li çiyayê Awiyer a mezin li Sineyê. Ew pelgên ku serê selikê pê digirin.
Obal
Sûç. Guneh.
Weray
Peyveke hewramî ye bi wateya: Hejî. Hejyar. Şiyaw. Hêja.
Entîke
Entîqe. Kêmmînak.
Kurdo
Ey Kurd.
Yaso
Navê stranbêjekî Kurd e li herêma serhed a Kurdistana Bakûr.
Herkan
Tovê paqij ku bo saleke din hildigirin bona ku biçînin.
Lêzan
Karzan.
Amo
Mam. Birayê bav.