Wirkol
Hestiyar û hilkol. Ji tiştan zêde hildikole. Kunckaw. Kunckol. Serbizêw. Serwext û hişyar.
Rojen
Rojin. Roçne.
Xec
Xecîc. Heman Xedîce ye.
Êzdîn
Izedîn.
Erdehan
Erdêhan an jî Erdîxan bajarekî Bakûrê Kurdistanê ye.
Kejîn
Desmal an parçeyê ku ji awrîşmê hatibe çêkirin.
Karteş
Çandin.
Nîwar
Asîman.
Arazyas
Bajarek bûye ku Madan tê de hikûmet kirine. Renge heman bajarê Darayas bûbe li rexê gundê Deryaz li Şarwêrana Mehabadê ku niha jî kavilên wê her mane.
Qirşî
Kaya herzinê.