Mandak
Navê yek ji paşayên Mad bûye ku Yonanî dibêjinê Mandaks.
Arkî
Herkî. Navê çiqekê ye ji hoza zêbariyan.
Fama
Zîrek. Têgihîştî.
Şadane
Giyayek e ku dendikên wê mezin in û ji pelgên wê heşîş tê derxistin. Giyayek e ku toveke hûr heye, û balindeyek bi navê seyre jê hez dike.
Rabûn
Hestan. Rasan. Raperîn.
Agirîn
Wek agir. Bo mirovên biwêr û netirs bi kar tê.
Şakej
Çiyayê mezin.
Silovan
Eşîreke Kurd e li Bakûrê Kurdistanê.
Firyane
Navê hewayekî qetarên stranên kurdî ye. Awayek e ji pênc awayên agirê Zerdeşt ku dibe agirê canê xelkê û jîndaran.
Şêrvan
Şivanê Şêran. Xwediyê şêran.