Terxûn
Pincarek e.
Remîn
Revok. Rewek. Tirsiyan û reviyan.
Aşvan
Aşewan. Kesê ku çavdêriya hêrana dexlûdan dike.
Ewram
Çake. Bexşiş. Qencî. Baş.
Kasme
Nanê ku hewîra wê digel rûn hatibe şêlandin.
Jêhat
Kêrhatî. Jêhatî.
Lasame
Şestebaran. Rehêłe.
Wazin
Nûkulîlk. Hêvî û miraz. Bi kirmaşanî wate vekirîne (Dergan wazin).
Sinûr
Sînor, Serhed, Merz, Hidûd.
Şarîş
Navê yek ji bajarên mezin ên Sobariyan bûye li sala 1110an a berî zayînê.