Eynax

Navê çiqekê ye ji hoza Caf li herêma Ciwanroyê.

Rêbaz

Riya giştî bo hatûçûnê. Metod û şêwaz.

Bana

Navê giyayekî ye.

Xaraw

Ezmûnwergirtin. Derswergirtin.

Kema

Giyayekî bilind e ku ajal dixwin û digel giyayê din tê hişkkirin û di demsala zivistanê de bi ajalan tê dayîn.

Kazîwe

Şefeq. Berebeyan.

Sapîna

Kaniyek e li herêma Şêxan li 12 km a Bedriye.

Serkewt

Serkeft. Kesê di karê xwe de serkeftî bûye.

Artîn

Ji peyva “Ar” a avestayî hatiye wergirtin û wateya agirperist dide. Pîrniya di pirtûka “Tarîxê Îran zemîn” de dibêje ku Artîn navê heftem paşayê Madan bûye.

Arazyas

Bajarek bûye ku Madan tê de hikûmet kirine. Renge heman bajarê Darayas bûbe li rexê gundê Deryaz li Şarwêrana Mehabadê ku niha jî kavilên wê her mane.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!