Dama
Leyîzeke wek şetrencê ye. Di soranî de wate “Mat bû”.
Kawyan
Kaweyiyan. Ya Kawe. Çêkiriyê destê Kawe. Giriyan bi dengê nizim. Navê wê alayê ye ku Kaweyê asinger bo şer li dijî Ejdehak hilda.
Herût
Çiqek in ji hoza sorçî li hewlêrê.
Helpan
Helpane. Peyveke kelhorî ye, wate her cihekî erdê ku hewa tê de tunebe.
Şaperî
Şahê periyan.
Nadî
Cihê bêhnvedanê.
Xerwa
Naneqeysî û nanehejîr. Girdeyek (kulêreyek) e ku di bin polên agir de dibirje.
Agiro
Agir. Agirê piçûk.
Ewar
Paşgira hebûnê ye wek: Xwendewar. Paşgira cih wek: Şûnwar.
Zaza
Nevî û nevîçirk. Herêmeke pan û berîn e li Kurdistanê. Yek ji zaravayên kevn ê zimanê kurdî ye. Tîr yan beşek e ji Kurdan li Bakûrê Kurdistanê.