Xuşîlk
Giyayek e ku ger bişkênî, dê şîrê spî jê derkeve.
Newnemam
Dara şêneyê. Şêneya nû.
Stêrk
Stêrk, Isterîk
Mem
Memik. Kurtkiriya navê Mihemed e. Navê evîndarê Zînê ye di pirtûka Ehmedê Xanî de.
Kawan
Çiyayê kevirîn. Serê çiya.
Pesar
Nizar. Ew cihê çiya ku sîber heye, û ba û baran nagire. Stargeha nêçîrvanan.
Hanîs
Navê gundekî ye li Sine li nêzî gundê Xeyare. Kaniya bin sîberê.
Haşiye
Qerax. Perawêzî kopeř. Qeraxa kaxezê.
Qaşne
Cureyeke masiyê ye ku pûlekeyên wê zer in.
Lîlav
Şilope. Şilêwe. Barîna berf û baranê pêkve.