Dêro

Guleke zer e wek gula mosk.

Çirîsk

Çirûsk. Nîvşewitî. Bizot. Peşkên agir.

Şivan

Şiwan. Kesê ku pez dibe diçerîne.

Dijwar

Îza. Zehmet.

Nazenîn

Nazdar.

Qasid

Nameber. Peyamber. Kesê/a peyaman tîne û dibe.

Lewend

Şox û Şeng. Bedew.

Mamîsa

Mamîşa. Navekî siryanî ye. Giyayekî bejnbilind e ku dişibhe xeşxaşê û gulên zer dide û di nav gula wê de toveke reş a hûr heye. Gundekî Badînan e.

Sosar

Teyrekî masîxwer e ku li Bakûrê Kurdistanê li rexê Wanê heye.

Sersêv

Serî wek sêvê.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!