Kewmil

Amaje ye bi keçên gerdenqaz. Serbendê straneke kurdî ye.

Gulegenimk

Gula genim.

Xuşîk

Xweşkok. Bedew û xwînşîrîn.

Reha

Rizgarbûn. Xilasbûn.

Dilşêr

Kesê ku di wêrekiyê de wek şêra be.

Sero

Îlham. Hizrek ku ji xeyb (nediyar) ve digihîje dil.

Dîcle

Rûbarekî mezin ê Kurdistanê ye ku ji deh çeman pêk tê, û qedîm gotinê “deçiłe” wate deh çiq.

Guhêz

Veguhêz.

Rêkok

Rêya teng. Rêçke. Barîkerê.

Gabiryas

Navê fermandarekî Mad bû, ku berpirsê yek ji hêzên peya ên Kuruşê Hexamenişî bûye.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!