Rêwas
Şînahiyeke tirş e li çolê şîn dibe.
Terze
Teyrok. Gijlûk. Gîjgîjok.
Şênê
Şêne. Şetilcarr. Gundeke ser sînorê Başûrê Kurdistanê ye ku ketiye quntara çiyayê Nawzeng li bindestê çiyayê Mamend li Başûrê Kurdistanê.
Şikak
Navê eşîreke mezin a Kurdistanê ye. Şikber. Gumanker.
Wirya
Jîr û Xwedîhiş. Zîrek.
Şazad
Kurtkiriya şareza û şariza.
Awar
Cuda. Çayçiyê malê. Darûperdikên xaniyê herifî. Helwaya ar û doşava hişkbûyî bo zivistanê.
Tase
Bîra kesê kirin. Arezû. Hêvî. Meraq.
Tojal
Sertûyê mast. Sertovê mast. Cihê dexlûdan.
Perêz
Boseya nêçîrvan. Cihê genim ku hatiye dirûn. Xwe vedan li ber nêçîrê.