Dilkêş
Bedew û dilrevîn.
Xişpe
Dengê giya û pelgên hişk ên daran.
Asos
Yek ji wan çiyayên asê ye li Başûrê Kurdistanê, ku ji “Qeladizê” ve dest pê dike heya ku digihîje “Mawet”ê.
Berxal
Navê kaniyekê ye li herêma Pişder li Başûrê Kurdistanê.
Pirşing
Tîrêj. Ronahiya rojê. Peşkê agir.
Şengar
Şengal. Cihê jiyana Kurdên êzidî li Başûrê Kurdistanê.
Êlax
Zozan. Kiwêstan. Hewar.
Gulçin
Gulçin. Guldirû. Hilbijarde. Taybetî.
Malûwan
Gundekî Başûrê Kurdistanê ye. Navê wê alavê ye ku zeviya kêlayî pê saf û teraz dikin.
Durrdane
Durrên nav sedefê. Mirwariya mezin û binirx. Zarokên hezkirî yên malê.