Ersam
Navê hozeke Kurd e li Bakûrê Kurdistanê.
Kejok
Berê giyayekê ye ku rengê pemboyê dide û spî ye. Awrîşma xaw.
Elha
Arezû. Hêvî. Tase. Tema. Meraqkirin bo dîtina kesekî yan ... hwd.
Serkanî
Çavkaniya ku av jê dizê. Av jê derdibe.
Toran
Xeyidîn. Zîzbûn. Acizbûn.
Wano
Bi kelhorî wate dixwîne.
Gulwaz
Guldank.
Wanyar
Xwendewar.
Tara
Serpoşa sor a ser dev û çavê bûkê. Çû û venegeriya.
Aqar
Şûn û cih. Cî û mesken. Derdor.