Aga
Hişyar. Serwext. Zana û jîr.
Gulbarîn
Gulbaran.
Şarîş
Navê yek ji bajarên mezin ên Sobariyan bûye li sala 1110an a berî zayînê.
Nakaw
Ji nişkê ve.
Çaçan
Navê leyîzeke zarokan e. Navê eşîreke Kurdan e.
Rewan
Her tiştê ku diherike wek: Ava rewan, Hespê rewan. Xwendina rewan û bê kêşe.
Heldêr
Tavgeh. Sûlav. Lêva kendal. Lêva cihekî bilind li ser çiya.
Aran
Binkeya jiyana zivistanî ya koçeran.
Ermîn
Navê gundekî ye li herêma Hekarî li Bakûrê Kurdistanê.
Koma
Wate kom. Girse. (Koma muzîkê).