Dewen

Dema darberû an darmaziyê dibirrî, lê koka wê dimîne û dîsan şîn dibe.

Jamko

Berpirsê zenga dêrê.

Jînko

Pirjimara peyva jîn an jiyan.

Begzad

Begzade. Malmezin. Malbeg.

Ask

Pezkovî. Mamiz. Xezal. Kejal. Navê bajarekî kevnar bû li milê Ramhurmuz li parêzgeha Xorasanê.

Lorî

Zaravayê ku Kurdên lor pê diaxifin.

Kotel

Hespê ku di nav şîn û taziyan de digerînin dibêjnê “kotel”.

Arenak

Çiyayek e li herêma Bîngolê.

Raver

Lahîkirin. Paranewe.

Êlax

Zozan. Kiwêstan. Hewar.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!