Şasiwar
Gewresiwar. Siwarê çalak. Siwarê bêwêne.
Agom
Paşayê Kasiyan û biraziyê (Olam Boryaş) bû ku karî dawî kelha Someriyan li peravê behrê wêran bike.
Keşkan
Gundekî Başûrê Kurdistanê ye. Navê pirekî kevn a dîrokî ye li Loristanê ku niha jî şûnwarê wê mane.
Ardû
Agirgirtin, Şewat.
Şatû
Tûyê sor ê şirîn û avdar.
Sarme
Berê giyayekê ye ku wek derman tê bikarhînan û gelek binirx e. Dolmeyên pelgan. Cureyeke “hirmî”yê ye.
Wan
Bajarekî Bakûrê Kurdistanê ye.
Kawên
Çiyayê bilind û kevirîn. Birêz û hêja. Hêvî. Arezû.
Rêbîn
Rêzan. Şareza.
Gulbanû
Navê mêşekê ye ku dimşîşk heye.