Zemo
Navê çiyayekî ye li Kurdistanê.
Mêrg
Çîmen.
Gulzer
Gula zer.
Kenêre
Kenêr. Kenêrê. Navê du cureyên daran e, ku yek ji wan strî (kelem. qelem) hene û yek jî bê strî ye. Giyayek e ku pelgên wê rengê giyayê Unce (Yûnce) an jî nefelê dide, bejna wê stûrtir e û gulên piçûk ên zer derdike. Bi terî kêmtir pez û heywan dixwin, lê ji bo tifaqa zivistanê baş e.
Berstûn
Kevirê stûnê.
Asos
Yek ji wan çiyayên asê ye li Başûrê Kurdistanê, ku ji “Qeladizê” ve dest pê dike heya ku digihîje “Mawet”ê.
Telas
Zêderewî.
Kejos
Kajos. Çiyayek e li herêma Bêtwînê.
Hacîle
Guleke spî ya navzer.
Giyaben
Giyayekî gelek bêhnxweş e.