Dilfirîn
Bedew. Li ber dilan.
Derûn
Hundir. Hundirê her tiştekî. Dil. Vijdan. Hinav. Navzik.
Rûben
Rûbend. Peçe. Şerme.
Çîmen:
Giyayê kes. Mêrg
Kinê
Bejinkurt. Sernavê straneke kurdî a kurmancî ye.
Gulîbir
Porkurr.
Bilber
Cihê ku zêde nerm be. Navê gundekî ye li rexê Silên li Hewraman Text li Rojhilatê Kurdistanê.
Rezaw
Rezav. Ava tiriyê. Gundek e di navbera Sine û Merîwanê ku girêdayî Hewramanê ye.
Kurmanc
Kurdên ku bi zaravayê kurmancî diaxifin.
Dawêne
Quntar. Berbinî.