Dêro

Guleke zer e wek gula mosk.

Taşiye

Mijar. Babet. Kêrhatî.

Hawta

Hevbeş. Hevta. Hemkûf. Wek.

Şewdêr

Avdaniya di dema şevê de.

Cigergoş

Cigergoşe. Zarok.

Haje

Dengê pelgên daran, û dengê ba û ... hwd. Xuřexuřa avê.

Tavar

Navê kurdî yê gundekî bû li Bakûrê Kurdistanê ku dewleta Tirk guheriye û navê tirkî daniye cihê wê de.

Cindî

Ciwan. Bedew. Rind.

Sente

Nepenî. Nihênî. Sirra ku veşartî maye.

Şiwane

Şivan. Şuwan.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!