Çîçek
Gul
Rawiyar
Rêvîng. Rêbiwar. Rawker. Nêçîrvan.
Welîw
Navê gundekî ye li rexê Nelosê li herêma Serdeştê.
Gulistank
Gulistanên piçûk.
Aso
Sûya asîman û erdê. Xêza dawiyê a bi hev gihîştina erd û asîman, ku bi çav wisa tê dîtin.
Ziryab
Ava zêr. Ava pak. Muzîkjenekî Kurd û xelkê bajarokê Başîk li rex Neynewaya Kevn (Mûsila niha) bûye û di serdemê Ebasiyan de jiyaye.
Hewrên
Herêmek e li Şêxan li nêzî Qoretûy li rexê Kirmaşanê.
Ferzad
“Fer” di farsî de tê wateya “heybet û meznahî” û “zad” jî ji zayînê tê. Wate kesê ji heybet û meznahiyekê zabe.
Zimrût
Gewhereke binirx a kesk e.
Geras
Hilûçeyên zer ên payîzê.