Warnîşan
Nîşana wargehê.
Qelxan
Sîper. Mertal.
Neberd
Aza û wêrek û nebez.
Perê
Kurtkiriya navê “Perî”yê.
Varsa
Navê zozanekî ye li herêma Dersîmê li Bakûrê Kurdistanê.
Girosk
Kirosk. Kilostik.
Erxewan
Dareke pelgpan a naskirî ye ku gulên wê sor lê nêzî rengê pembeyî ne. Hindek caran heya 12 metroyan dirêj dibe. Navê wê yê zanistî "Cercis siliquastrum" e.
Înişk
Gundek e di navbera Qedş û Erdena li aliyê “Bamernî”yê li Başûrê Kurdistanê.
Xaşîl
Ji keşk û rûn tê çêkirin.
Perdîs
Bihuşt. Cennet. Peyveke kevn a Madî a Avestayî ye.