Popne
Popin. Popina balindeyan.
Petrosa
Navê kurdî yê gundekî bûye li Bakûrê Kurdistanê ku dewleta Tirk a faşîst navê wê guheriye û kiriye tirkî.
Perkane
Navê gundekî ye li Başûrê Kurdistanê. Serçinkirina (dîzayn û neqişandina) rûyê pêlavên ku dibêjnê “kilaş”.
Pamûre
Pawane. Pawêne. Xirxala pê. Bazina ku dixin pêyê xwe de.
Xemîs
Gûz û mêwijên kutayî pêkve.
Pexşe
Kurtkiriya peyva “pexşan”ê ye. Bilavok.
Kepran
Demsala hatina bo derve li gund. Dama dawiya buharê. Dema çûna bo zozanan. Dema danîna kepran.
Tewar
Baza mê.
Askewan
Kesê ku askan xwedî dike
Serok
Salarê hoz û gel.