Halan

Pirjimara “nemam” (Şêne). Handan. Dengedeng û hawar.

Avdîn

Tolhildan. Wergirtina heqê xwe.

Varkan

Navê zozanekî ye li herêma Dersîmê li Bakûrê Kurdistanê.

Yarsan

Ji du peyvên “Yar” û “San” pêk hatiye ku “Yar” tê wateya “Dost, heval” û “San” jî tê wateya “Perwerdigar, tav, sultan”.

Esro

Bi kelhorî wate şaxê ajalan.

Rojbîn

Kesê ku rojê dibîne.

Serferaz

Serbilind.

Bazo

Balindeyekî borr e ku ji baz piçûktir e. Waşe. Vaşe.

Sosin

Sûsen. Navê gulekê ye ku heya niha nêzî 100 cureyên wê li cîhanê hatine naskirin. Navê wê yê zanistî "Lilium spp" e.

Bedirxan

Malbateke navdar e di nav Kurdan de, ku ji bo gelê xwe di warê rewşenbîrî û siyasî û ... hwd de gelek ked dane.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!