Mem
Memik. Kurtkiriya navê Mihemed e. Navê evîndarê Zînê ye di pirtûka Ehmedê Xanî de.
Kirosk
Şûrê kevn ê jenggirtî. Kilostik.
Şadman
Kêfxweş. Dilşad. Dilşa.
Şîlaz
Navê gundekî ye li herêma Duhokê li Başûrê Kurdistanê.
Kotrê
Kotir. Hêma û nîşana bejinciwaniyê.
Kanî
Serçawey aw. Çavkaniya avê. Çavkanî.
Toşe
Ew pêxwarina ku karwançî û rêvîng digel xwe hildigire û dawêje pişta xwe, bona ku di dema rêwîtiyê de bi kar bîne. Pêxwarina riya dûr.
Dimdim
Kelha Dimdim ku sala 1609an ji aliyê Xanê Lepzêrîn ve hatiye avakirin. li 18 km a başûrê rojavayê Urmiyê li nêzî geliyê Qasimlo hilketiye.
Çawmest
Çavmest.
Guldeste
Destegul.