Çavbaz
Ew keça ku çavên wê wek çavê bazê bedew bin.
Esay
kirrîn. Standin.
Amed
Yek ji bajarê herî mezin ên Bakûrê Kurdistanê ye ku li rex Çemê Dîcleyê û li rex kelha dîrokî ya Sûra Amedê hatiye avakirin, û ji aliyê gelek Kurdan ve weke paytexta defakto ya Kurdistanê tê dîtin.
Amiyar
Alîkar, Hevkar, Yarmetîder.
Newnîga
Lênihêrîna nû. Lênihêrîna evîndarane.
Ferîdûn
Fireydûn. Paşayê Pîşdadiyan li Îranê.
Tîrêj
Tîşk. Tîrojk.
Derbaz
Rizgar. Qutar.
Jîlewer
Jînewer. Zîndewer. Giyandar.
Kepran
Demsala hatina bo derve li gund. Dama dawiya buharê. Dema çûna bo zozanan. Dema danîna kepran.