Siwêsin

Gula Sosinê.

Tîşk

Tîrojk. Tîrêj.

Lîlav

Şilope. Şilêwe. Barîna berf û baranê pêkve.

Bêtirme

Navê kaniyekê ye li Şeqlawe.

Esmehan

Navê xûşka Ferîd Etreşî stranbêjê navdar ê Ereb lê di koka xwe de Kurd e, ku di bingeh de ji Kurdên dirozî yên Lubnanê ne û ji hoza Conbelat in. Peyva Conbelat jî ji peyva Canpola hatiye wergirtin û bûye erebî. Çimkû Canpola navê eşîreke navdar a Kurdan e li Lubnanê.

Hona

Dengê xweş. Dengê bisoz. (Be honayekî xoş destî pê kird). Hêşta jî.

Nîvar

Nûhatî. Tiştê ku li gor serdem be.

Birîsk

Birûsk. Ronahî û berqa ewran.

Bêrîvan

Yên ku karê wan pezdotin e.

Qereman

Qehreman. Qareman. Pehlewan.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!