Anîsk

Henîsk. Dema kesek digel vê ku digrî îsk jî têne wî/wê.

Raste

Xetkêş. Bazara sergirtî.

Salar

Serdar. Kesê mezin û hezkirî.

Bûran

Bahoz, Tofan.

Terzîn

Nazik û bedew.

Papiya

Peyaçûn. Rêçûna bi piyan.

Awêser

Cihê pir ji av. Çiyayên pir ji kanî. Çiyayekî pir ji av e li Hewramanê li rexê bajarokê Tewêlê.

Beşîr

Di zaravayê soranî de tê wateya ajel an jî jinên şîrdar. Lê di farsî de tê wateya mizgênîder.

Bêrtî

Navê eşîrekê ye.

Sayek

Sêwer. Sêber. Sîber. Sî.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!