Sakaw
Navê kaniyekê ye di navbera Bîcat û Dîwandereyê de li Rojhilatê Kurdistanê.
Hengir
Teyrê ku mêşên hingivînê dixwe.
Rewan
Her tiştê ku diherike wek: Ava rewan, Hespê rewan. Xwendina rewan û bê kêşe.
Vezan
Jiyanewe. Vejiyan. Cardin zarokbûn (Wê cardin jî zarok aniye dinê).
Rojîn
Wek rojê.
Şewçira
Çiraya ku di dema şevê de bo nêçîrkirina teyrûtevalan bi kar tînin.
Kewê
Bi rengê kewê. Wek kewê.
Dîndar
Kesê dînê wî heye. Kesê di dînê xwe de gelek qahîm e. Navê darekî ye ku rengê darmaziyê dide, lê pelgên wê zer in.
Çirîsk
Çirûsk. Nîvşewitî. Bizot. Peşkên agir.
Çerde
Reştale û esmer.