Feryan
Bi kelhorî wate yarmetî. Hevkarî. Herewez. Zibare. Navê kaniyekê ye li herêma Siwêsnayetî.
Cihgir
Cîgir. Cêgir. Kesê di dema nebûna heval an hevkar an berpirsê xwe de cihê wî kesî digre.
Rubat
Boseya nêçîrvan. Veşartgeha kewê.
Birsaq
Girdeyekî piçûk e ku şîr û avê berdidin ser hewîr û di nav rûn de sor dikin.
Şazê
Rûbarê mezin.
Herdem
Hertim. Hemû demê. Hemû gavê.
Gabiryas
Navê fermandarekî Mad bû, ku berpirsê yek ji hêzên peya ên Kuruşê Hexamenişî bûye.
Tirûske
Birîqe. Şewq. Ronahî.
Deydîk
Landik. Helork.
Yeşma
Destmala Hewrîşm