Zerdeşt
Li ser wateya navê Zeredeşt lêkolînvan negihane encamekê; hinek dibêjin “tîmarê hêştiran” e, hinek jî dibêjin “xwedanê hêştirên rengzêrî” ye. Di sî saliya xwe de Zeredeşt dest bi belavkirina ola xwe dike (Yasna 28.4). Di deh salên pêşîn de pir kes guh nadnê, loman jî di Yasna 46. 2–5 de gilî û gazincên xwe dike ku çawa peyrewên wî hindik xizan û stemlêkirî ne.
Zûbîna
Xeynî wê. Xeynî wan herduka.
Sêvdîn
Kurtkiriya Seyfedîn e.
Arbas
Ew naznavê ku Yûnaniyan bo Keyqubad bi kar dibirin.
Mîro
Ey mîr. Ey emîr. Ey serok. Mêhrû. Mîra. Paşayê piçûk. Mostank.
Mêra
Mezin. Gewre. Hezkirî. Cihê rêzê. Mêra yan mîtra navê peyamberê rêz û hezkirinê ne.
Sapîna
Kaniyek e li herêma Şêxan li 12 km a Bedriye.
Bizên
Lîstika zarokan. Lîstika cixizên.
Wêra
Aza. Netirs.
Newşîrwan
Navê yek ji paşayên Îranê bûye, ku wek Newşîrwan Adil dihate naskirin.