Perjîn
Perçîn. Şûreya dewra bax û bêstanan ku kelem (qelemên tûj) pê ve bin.
Çatme
Rawestiyana komeke nobedaran li cihekî.
Dengîn
Navdar.
Serkanî
Çavkaniya ku av jê dizê. Av jê derdibe.
Xanîk
Gundekî Kurdnişîn e li herêma Somabiradostê li Urmiyê. Gundekî Kurdnişîn e li herêma Zencan yan Zengan.
Gencîne
Sermiyan. Malê dunyayê.
Şohan
Navê gundekî Kurdan bû ku ji aliyê hikûmeta Be`is ve hate valakirin û Kurd li wir derxistin û wêran kirin, û Ereb tê de akincî kirin.
Popne
Popin. Popina balindeyan.
Zînko
Lûtkeya pêşê ya zînê hespan.
Niyer
Minber. Cihê xutbedanê. Gundek e li herêma Hewramanê di navbera Sine û Merîwanê.