Têkoşer
Kesê têkoşînê dike. Kesê xebatkar.
Karker
Kedkar. Kirêkar. Pale.
Tewar
Baza mê.
Şariyar
Meznê bajar. Deshilatdarê bajêr. Şayar. Hemdest û hevalê paşa. Navê helbestvanê mezin ê Kurdên Zerdeştî Pîr Şaliyar e ku li Hewramanê jiyaye, û wê demê bûye ku ereban êrîşî ser Kurdistanê kirine.
Solav
Sûlav. Tavge. Sîlav. Seyrangehek e li Başûrê Kurdistanê.
Amal
Nêzîk (Filan kes rengê wî amal zerde. Wate filan kes rengê wî nêzî rengê zer e).
Diyar
Tiştên xuya. Berçav. Peyda.
Semas
Hêdî. Hêmin. Li ser hemdê xwe.
Kelhor
Kurdên ku bi zaravayê kelkorî diaxifin.
Gulhinar
Gulên darên hinaran. Nanê fêkiyekê ye.