Jînda
Vejîner.
Sersing
Çiyayek e li rexê Mehabadê.
Kevî
Renî. Rinû. Kewaneya dewra def û bêjingê û ... hwd. Cure giyayek e. Kedî. Qeraxa avê. Textê rûniştinê.
Wîlkan
Bûkeşûşe. Ew tiştên ku bi naylon û pîneyan bo leyîza zarokan çêdikin. Wewîle. Wewle.
Hevran
Spîndar.
Binawa
Kebanî. Jina maldar. Çêkirina cogehan li nav çavkaniya avê bo gihandina avê ber bi wan zeviyên bilind ku av nagihîjê.
Ziryan
Reşeba. Befr û baran digel bayekî sar ê bihêz.
Êlan
Hêlane. Hêlûn.
Kaşiyan
Çiyayê asê. Kembera çiya. Sermoyeya avahiyan (Giwêsuwane).
Sero
Îlham. Hizrek ku ji xeyb (nediyar) ve digihîje dil.