Xenîle

Aram û rûxweş. Xwarinek e ji sawar tê çêkirin.

Ciwanmêrd

Ciwanmêr. Camêr. Xweşmêr. Mirovê çak. Mirovê qenc.

Dager

Veger. Hatina ber bi jêr.

Sêwing

Reş ê bedew.

Zozik

Zozanê piçûk. Navê çiyayekî ye li Başûrê Kurdistanê.

Santas

Fermandarekî Mad bûye ku berpirsê hêza peya ya Kuruşê Hexamenişî bûye. Diya Kuruşê navê wê Mandana bû.

Bistîk

Oşiya tirî.

Dilkanî

Kaniya dil.

Kirîskan

Girrkan. Bûrkan. Kaniya agir.

Zara

Navekî kevn ê kurdî ye bi wateya “kew”. Navê çiyayekî ye li Silêmaniyê li nêzî çiyayê Ejdehak ku dikeve navbera bajarê Dukan û bajarokê Sûrdaş.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!