Kawyan
Kaweyiyan. Ya Kawe. Çêkiriyê destê Kawe. Giriyan bi dengê nizim. Navê wê alayê ye ku Kaweyê asinger bo şer li dijî Ejdehak hilda.
Rêwansa
Navê hozeke Kurd bûye li herêma Hayman a rexê Enqereyê ku bi destê Osmaniyan bo Bolxaristan û Bosniyê hatine dûrxistin.
Resa
Pêgihîştî. Pêregihîştî. Tije. Piřawpiř.
Tawil
Reşmal. Xîvet. Kon.
Rêzan
Rêbîn. Şareza.
Zerê
Pořkal û çavşîn.
Xeyro
Dexlê sala borî ku rijiyabe û cardin şîn bûbe. Amaje ye bi karê baş û qenc.
Cegerxwîn
Cigerxwîn. Navê helbestvanekî herî navdar ê Kurdistanê ye. Kesê pir xemgîn be.
Wala
Vekirî. Betal û xalî. Bilind. Ketan. Parçeyê nazik. Kincên bûkê.
Behre
Dahat. Qazanc. Feyde. Nî`imet. Sûd.