Rojne

Kulega xanî ku ronahiya rojê tê re derbas dibe. Di soranî de “Roçne” jî dibêjin.

Banûra

Navekî kevn ê serdema Sasaniyan.

Xanzad

Mîr Xanzad yek ji fermanrewa û mîrên mîrnişîna Soran bûye di dawiya sedsala 16an û destpêka sedsala 17an de.

Kevan

Kemana tîrhavêtinê.

Tajdîn

Tacedîn. Taca dîn. Cihê şanaziya dîn. Heftemîn paşayê Etabekên Loristana Piçûk e.

Yaso

Navê stranbêjekî Kurd e li herêma serhed a Kurdistana Bakûr.

Gulşîlan

Gula şîlanê. Şîlan berê darekî kelemdar (strîdar) û rengsor e.

Nermîn

Nerm û bedew.

Lêval

Keç an jinek ku lêvên wê sor û bedew bin.

Efsane

Destanên xeyalî.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!