Kirîsk
Pirîşkî agir. Pirûskê agir.
Çerde
Reştale û esmer.
Perkane
Navê gundekî ye li Başûrê Kurdistanê. Serçinkirina (dîzayn û neqişandina) rûyê pêlavên ku dibêjnê “kilaş”.
Ask
Pezkovî. Mamiz. Xezal. Kejal. Navê bajarekî kevnar bû li milê Ramhurmuz li parêzgeha Xorasanê.
Dirêşk
Direwş (Derziyeke stûr a mezin e ku çerm pê kun dikin).
Karîsa
Tawan. Sûç. Şaşî. Hele.
Qişlax
Zivistanewar. Gundek e li nêzî bajarê Sine ku bendavek tê de hatiye çêkirin.
Kulîlk
Gula darê. Kulîlka pişkivî a giya.
Jêder
Bingeh. Regeza peyvê.
Gernas
Egîd. Wêrek. Qehreman.