Awat
Hêvî, Miraz
Nemrûd
Paşayê ku Hezretê Îbrahîm xiste nav agir de. Bajarekî kevn e li Başûrê Kurdistanê ku nemaye lê şûnwarên wê her mane. Çiyayek e li Bakûrê Kurdistanê ku şûnwarên kevn ên wek peykerê mirovan zêde hene.
Jîwaran
Gundek e li herêma Dersîmê li Bakûrê Kurdistanê.
Hemrîn
Rêzeçiyayekî başûrê Kerkûkê ye ku hevterîb e digel rêzeçiyayê Zagrosê.
Seras
Taybetî.
Ewram
Çake. Bexşiş. Qencî. Baş.
Cengî
Şerker.
Estî
Navê xûşka Mîr Zeynedînê Botanî û xûşka Zînê ye ku qehremana nav çîroka Mem û Zînê ye, ku bi zaravayê kurmancî dibêjnê “Sitî”.
Sînan
Navê tîreyeke Kurdan e ku çiqek in ji zazayan û li rojhilatê Xerpûtê li Bakûrê Kurdistanê dijîn.
Argon
Sor û geş wek rengê agir.Arga: Agirdan. Awirge.