Îlam
Alam. Eylam. Îlam. Bi zaravayê avestayî a madî wate cihê derketina tavê. Herêmek e li Kurdistanê ku yek ji wargehên kevn ên Kurdan bûye di dirêjahiya dîrokê de. Zaravayê wan kelhorî û lekî ye, lê di rastî de divê bêjne zaravayê wan zaravayê feylî yan pehlewiya kevn ku zimanê gatayên Zerdeşt e. Berê digotne Îlamê “Piştko”.
Moran
Mij. Dûkel. Dûman. Dûxan.
Tebare
Dexlê ku gihîştiye lê hêşta nehatiye dirûn.
Ararat
Gurrî û peşqela agir. Mezin û pîroz. Heman çiyayê Agirî ye.
Jêkan
Navê çiyayekî ye li herêma Bîngolê li Bakûrê Kurdistanê.
Rayen
Rûbarek e li milê din ê rûbarê Eres li Ermenistanê ku Kurd li wî milî dijîn.
Alan
Navê herêmekê ye li bajarê Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê.
Arbako
Arbebako. Navê pehlewanekî bûye di serdema Madan de.
Gulxar
Rengê pembeyî ku di caciman de bi kar tînin.
Xonas
Xwenas. Kesê xwe nas dike.