Dartako
Serdarekî Kurd bûye li serdema Kuruşê Hexamenişî.
Mandana
Mandan. Navê jina Kembûciye paşayê Fars û diya Kuruşê paşayê Hexamenişî bûye ku keça Ejdehakê paşayê Mad bû.
Serhed
Hidûd. Sînor. Sinûr.
Bêtirme
Navê kaniyekê ye li Şeqlawe.
Bijwên
Zewiya ku zêde giya û çêre tê de hebe.
Xaman
Perçeyeke spî ye bo kiras.
Ajîn
Zibirbûn. Zivrbûn.
Ersem
Ew jî navê tîreyeke Kurdan e li Bakûrê Kurdistanê.
Werdan
Berdan. Beredayîkirin. Lê zêdekirin. Zeviya ku du caran bê kêlan.
Baram
Behram. Yek ji paşayên Mad. Behram bi latînî “Mars” yan jî “Merîx” yek ji neh gerstêrkên pergala rojê ye ku piştî gerstêrkên Tîr, Gelawêj û Erdê re, gerstêrka çarem e.