Daşyar
Kebanî.
Yesne
Yesna. Yezne. Cejn. Beşek e ji beşa mezin a avestayê. Kitêba Zerdeşt a sirûdên ayînî.
Aşot
Befra ku di quntara çiya de kom bûye.
Gulsînem
Gula ku ji zîwê hatibe çêkirin.
Zerinc
Navê guleke çiyayî ye.
Giyaben
Giyayekî gelek bêhnxweş e.
Neyrî
Di gatayan de peyva “neyr” di nav zend û pazenda kevn de wateya agir dide. Neyrî wate: Ji cûna agirperistan. Herwiha Neyrî wate ew cûna ku rezvan in. Nehrî yan Neyr herêmek e li welatê Şemdînan. Herwiha çiqek bûne ji Kurdan, ku di kevn de du cûnên Sobar û Goto lê ketine. Mînoriskî û Turdagîn dibêjin: Herêma Neyrî yan Hobişka bi dol û geliyên herêma Botan hatiye gotin ku di dema xwe de dewleteke wan a serbixwe hebûye.
Nijyarvan
Endazyarê mî`imariyê (avahîçêkirinê).
Şekre
Şekrok. Giyayeke çiyayî ye.
Zêd
Nîştiman. Gund, bajar yan cihê ku lê ji dayîk bûbî.