Refke
Refik. Taqçe. Rife.
Aban
Meha cardin barîna baranê. Navê firişteyeke parêzerê avê di ola zerdeştî de.
Bênav
Nenaskirî.
Asîde
Helwaya ku doşaw digel de be. Helwaya ku ji ar û rûn û doşawê tê çêkirin. Mirtoxe.
Rewşen
Ronahî. Diyar. Berçav.
Amal
Nêzîk (Filan kes rengê wî amal zerde. Wate filan kes rengê wî nêzî rengê zer e).
Koken
Çiyaken. Yê ku çiya dikole. Naznavê Ferhadê Lor an Ferhadê Kûhken evîndarê navdar ê Şirînê ye. Dema dirûna gijûgiya ye bo ajalan.
Sasan
Zulmlêkirî. Navê yekem kesê avakerê malbata Sasaniyan.
Riskan
Çêbûna xwezayî.
Cazer
Navê bajarokekê ye li herêma Kût li Başûrê Kurdistanê ku Kurdên feylî tê de dijiyan, lê niha hatiye teirîbkirin.