Ercan

Lahî û dalahî (paranewe). Erjan. Darekî çiyayî ye ku berê wê dişibhe behîvê û bixwe jî dişibhe dara erxewanê.

Haşiye

Qerax. Perawêzî kopeř. Qeraxa kaxezê.

Dîde

Çav. Xwedî ceribandin.

Gulebax

Gula Mihemedî. Sorguleke bêhnxweş a buharî ye.

Ewece

Hewce. Pêwîst.

Zerdewan

Şaxewan. Çiyager. Navê çiyayekî ye li rexê gundê Kêlane li herêma Sine.

Encam

Akam.

Perwê

Gundek e li Başûrê Kurdistanê.

Yawer

Yarîdeder. Alîkar. Yarûyawer. Birîkar. Arîkar.

Malûwan

Gundekî Başûrê Kurdistanê ye. Navê wê alavê ye ku zeviya kêlayî pê saf û teraz dikin.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!