Avzêm
Awzêm. Korekanî. Kaniya ku buharan derdibe û havînan diçike.
Mestane
Jinên çavmest û bedew.
Bazo
Balindeyekî borr e ku ji baz piçûktir e. Waşe. Vaşe.
Rewse
Rengsor. Coxîna ku hêşta nehatiye komkirin.
Gulebaxan
Guleberoj.
Pamûre
Pawane. Pawêne. Xirxala pê. Bazina ku dixin pêyê xwe de.
Amêdî
Bajarekî Başûrê Kurdistanê ye, û li ser kopîtka çiyayekî bilind hilketiye.
Sersing
Çiyayek e li rexê Mehabadê.
Bager
Gerdelûl, Babelîsk, Bayê tund ku lûl dibe û bihêz e.
Şewên
Şewîn. Şewnim. Xûnav. Dema piştî baranê. Di heyveşevê de şivan keriyê pez ji hevdu vediqetînin. Cihê vehewiyana pez di dema şewê de. Çêrandina pez di dema şevê de.