Saran
Seran. Ser.
Dîwan
Dîwexan. Odeya mêhvanên xan. Dîwana mîr. Pirtûka helbestan. Koxa. Çavdêrê gund.
Gulxane
Meştel. Cihê ragirtina gulan. Camexane. Camxane.
Nêrgiz
Navê gulekê ye ku di demsala buharê de li piraniya herêmên Kurdistanê şîn dibe.
Xezan
Xezam. Payîz. Pelgwerîn. Qazan. Beroş. Mencel. Zerbûna pelgên daran di demsala payîzê de. Xezelwer.
Çerde
Reştale û esmer.
Mezin
Serok. Gewre.
Armanc
Amanc, Mebest, Niyet, Nîşan. Merem.
Rojne
Kulega xanî ku ronahiya rojê tê re derbas dibe. Di soranî de “Roçne” jî dibêjin.
Hasên
Kesê hûrbîn di kar de. Hestiyar. Xwedîhest.