Kanîlan

Dola pir ji kanî. Landika kaniyan. Gundek e li herêma Hewşarê li Rojhilatê Kurdistanê.

Wênaz

Cihê ragirtina wêneyan.

Rewe

Revdehesp. Revdegurg. Darê ku gezûyan pê dadikutin.

Pardîs

Bihuşt. Cennet. Peyveke kevn a madî a avestayî ye.

Anatom

Paşayê Gotiyan bû ku li sedsala 31an a berî zayînê jiyaye û bajarê Lagaş paytexta wan bûye.

Xemaze

Darqulapa masîgirtinê.

Bêhzad

Mirovê qenc. Ji tuxmê mirovê baş û qenc.

Terlan

Bazekî rawker e. Bedew û dilveker.

Arenan

Navê gundekî ye li çend kîlometriya bajarê Sine.

Eynax

Navê çiqekê ye ji hoza Caf li herêma Ciwanroyê.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!